Li Başûrê Îraqê dîsa xwepêşandan tê kirin

xwepêşander vê carê jî ji Serok Eşîran acizin
کوردستان TV
100%

Biryare îro înê, li piraniya parêzgeh û bajarên Başûrê Îraqê de li dijî hikûmeta vê welatî, xwepêşandanên girseyî werin lidarxistin.

Di vê derbarê de çapemeniya Îraqê belav kir ku li Besreyê xelk dîsa daketiye qadan û li dijî hikûmetê diroşmeyan dibêje.

Çapemeniya Îraqê behsa vê yekê jî dike ku xwepêşander gelek acizin û dibêjin rayedarên Bexdayê pere dane Serok Eşîran daku rê nedin endamên eşîrên wan beşdarî di xwepêşandanan de bikin.

Ji aliyeke din ve hikûmeta Îraqê jî hêzên leşkerî xistiye amadebaşiyê û di nava bajaran de gelek polîs û hêzên ewlekarî hatine belavkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.