Di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bo ser gund û deverên sînorî yên Kurdistanê ên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê de, îro careke din hijmarek balefirên artêşa Tirkiyeyê çend gund û deverên quntarên Qendîlê bi tundî bordiman kirin.
Li gor jêderên taybetî, bordimana wan deveran ji seat 11 destpê kiriye û bi qasî du seatan dom kiriye.
Jêderên herêmî ji Kurdistantvê re diyar kirin ku bordimana vê carê gelek nêzî gund û cêyên nîştecîhbûna xelkê medenî bûye û jiber bordimanê tirs û fikar ketine dilê şêniyên wan deveran.
Jêderên li deverê diyar kirin ku îro quntarên Qendîlê, hin deverên ser bi Pişder û Balakatê bi tundî hatine bordiman kirin û di encama bordimanê de agir bi daristan û bax û bistanên xelkê yên li deverê ketiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin