Piştî çend salan hewldanên hikûmet û aliyên Kurdistanî bi taybetî Serok Barzanî, bo bi parêzgeh kirina Helebceyê, îro hikûmeta Îraqê diyar kir ku ev bi fermî Helebce weke parêzgeha 19mîn ya Îraqê û 4mîn parêzgeha Kurdistanê qebûl kiriye.
Mijara bi parêzgeh kirina Helebceyê cara yekem beriya du salan Serok Barzanî di gotareke xwe de diyar kir ku biryar daye Helebce bibe çaremîn parêzgeha Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê jî ev biryara han cîhbicîh kir lê hikûmeta Îraqê ew biryar cîhbicîh nekiribû û îro bi fermî ragihand ku Helece parêzgeha çarem ya Kurdistanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin