KDS û rejîma Sûriyê li hev nekirin

tê gotin li ser mijara xweseriyê lihev nehatine
کوردستان TV
100%

 Di civîna berya vê carê de, her dû alî PYD û rejîma Sûriyê biryar dabûn ku civîneka dinê bikin. Di encama civîna duyem de jî her dû alî ragihandin ku li hev nekirine. Rêxistina ku PYD ê çêkiriye ya bi navê Konseya Demokratîk ya Sûriyê vê carê fikra “hukumeta biçûk” pêşniyar kir lê rejîm qebûl nekir.

Li gor PeyamaKurd  KDS xwest ku xweserî di herêma Kurdistanê de çêbibe lê rejîm dixwaze ku hemû îdare di destê wan de be. Di mijara statuyê de her dû alî li hev nekirin û hiştin civîna sêyem.

PYD dixwaze herêma Kurdistanê bi hukumeteka biçûk îdare bike û hukumet ji van wezaretan pêkwere: Wezaretên Aborî, ya karên hundir, ya zîraatê, ya aboriyê ,ya rewşenbirî, ya perwerde,ya tenduristî û ji wezareta malbatê pêk were. Herêma otonom wê karên derve teslîmê hukumeta navendî ya Şamê bike.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.