Li gor nûçeyeke Sûmiriye news hijmarek ji çekdarên heşda şebî îro li Enbarê êrîşî ser xaleke kontrol kirina ya ser bi artêşa Îraqê kirine.
Li gor nûçeya han çekdarên heşda şebî yên ku ser bi Ensarulan û seraya nîştimanîne, ji aliyê artêşa Îraqê ve rastî asteng kirinê hatine lewre ew her du girûpên çekdar yên heşda şebî jî êrîşî ser xala kontrol kirina ya artêşa Îraqê kirine.
Derbarê zirar û ziyanên vê êrîşê de ti zaniyarî nehatine weşandin.
Girûpa Ensarula zêdetir ji 300 çekdarên xwe hene û ji aliyê kesekê bi navê Ebûxomeynî ve tên birêvebirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin