Siûdiye piştgîriya serxwebûna Kurdistanê dike

daxwaz ji welatên din jî dike rêz li îradeya gelê Kurd bigirin
کوردستان TV
100%

Daxwaz dike welatên din jî rêz ji serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Balyozê Siûdiyeyê yê li Rûsyayê Raêd Bin Xalid Qermelî diyar kir ku ew weke Siûdiye piştgîriya serxwebûna Kurdistanê dikin û daxwaz ji welatên din yên cîhanê jî dikin ku rêz ji mafê diyar kirina çarenûsê bo gelê Kurdistanê bigirin.

Xalid Qermelî herwiha daxwaz ji Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê jî kir ku rêz ji serxwebûna Kurdistanê û îradeya gelê Kurdistanê bigirin.

Nav hatî herwiha diyar kir ku mafê gelê Kurdistanê ye ku di çarçoveya mafên xwe yên însanî de bibe xwedan dewleteke serbixwe jiber ku di şerê dijî terorê de gelek zêde hevkariya cîhan û mirovatî kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.