Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî belav kir

dibêje PDK bihêz be Kurdistan jî bihêze
کوردستان TV
100%

Hêviya serkeftinên ji bo PDKê û temendirêjiyê bo Serok Barzanî dixwaze.

Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 72 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û jidayikbûna Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta roja 16ê Tebaxê salvegera damezrandina partiya demorkata Kurdistanê û hevdem roja ji dayikbûna cenabê Serok Barzanî, pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî tevahiya rêbwarên rêbaza partî, Barzanî û nîştimanperwerên Kurdistanê dikim.

Bo min û tevahiya dilsozên rastîn yên nîştimanê, Serok Barzanî rêber û hîmayeke mezin ya nîştimaniye ku tevahiya jiyana xwe bo serfiraziya gelê me û çespandina aştî û bihêz kirina çanda mirofdostî û bihevre jiyana tevahiya pêkhateyên Kurdistanê terxan kiriye, hevdem li gel pêşkêş kirina pîrozbayiyan hêvikya temendirêjiyê jî bo cenabê vî dixwazim.

Bi derfet dizanim ku spasî û rêzdariya xwe jî bo tevahiya hevalên partî(pêşmerge, kadro, endam û alîgiran) bikim ku ramê tevahiya sextî û dijwariyan, bi hewl û çalakiyên wan yên berdewam, partî li ser asta nîştiman û deverê de bi pêşengî û bihêzdarî maye.

Her bi vê minasebeta han li hember şikoya şehîdan de jî serê rêzdariyê ditewînim û tekez dikin ku hertim di bîra me de dibin  û xizmet kirina malbetên serfiraz yên şehîdan jî erkê yekem yê me ye.

Partî bi dirêjahiya 72 sal xebat bi rêberatiya Barzaniyê Nemir û cenabê Serok Barzanî, rojên dijwar û pilanên gelek mezin derbas kiriye, bi taybetî di şerê dijî teror û têk birina pilana xiyanetkaran, ji niha û pêde partî bi hêzeke zêdetir ber bi pêşerojeke geştir gav davêje û li hember ti zext û gefek serê xwe natewîne.

Îro di demekê de salvegera damezrandina partî pîroz dikin ku partiya me weke her tim alahelgirê bidest xistina mafên gelê Kurdistanê ye her bi vê minasebeta han tekez li ser xebata berdewam bo gehêştin bi tavahiya xwezî û xwestekên reva yên gelê xwe dikin û di heman demê de bi liber çav girtina berejwendiyên gelê xwe, li ser esasê rêzê du alî hewl bo çespandina aştî, bihevre jiyan li gel tevahiya neteweyên deverê didin.

Guhertinên deverê, daxwaza vê yekê ji me dikin ku em weke hevalên parî amadetir ji her demeke din di nava meydana xebatê de bin, jiber ku li gel bihêziya partî, em dibin xwedan Kurdistaneke bihêz û her partî weke her tim dibe hevîna yekrêziya nav mala Kurdistan.

Bijî Kurdistan

Ber bi serkeftinên zêdetir

Mesrûr Barzanî

16.8.2018

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.