Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîn kalin îro di presskonferansekê de behsa aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê, rewşa abûriya Tirkiyeyê, têkiliyên navbera Tirkiye û Îraqê kir.
Îbrahîn Kalin diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê weke b ersifdanekê, baca ser berhemên Amerîkî zêde kiriye û Tirkiye naxwaze li gel ti welatekî şerê abûrî bike.
Kalin herwiha eşkere kir ku rewşa niha ya abûriya Tirkiyeyê demkiye û vê ew rewşa han normal bibe û buhayê lîreya Tirkî dîsa bilind bibe.
Kalin di beşeke din ya prsskonferansa han de diyar kir ku dohê Serokkomarê Tirkiye û Serokwezîrê Îraqê civiyane û behsa çend mijaran û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên xwe kirine û li ser şerê dijî PKKê jî giftûgo kirine.
Kalin diyar kir ku vê şerê me li dijî PKKê li Şingal, Mexmûr û Qendîlê bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin