Mike Pompeo Wezîrê Derve yê Amerîkayê telefona Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û çend mijar û pirsên giring gotûbêj kirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêşhatên dawiyê û serkeftina Arteşa Îraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li dijî çekdarên DIŞIê li deverê û gavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê gotûbêj kirin.
Her du aliyan behsa daxwazên hevwelatiyên Îraqê kirin, ku li xwepêşandanên vê dawiyê xistine berçav. Hewrwiha pîdagirî lis er vê yekê kirin ku divê daxwazên xwepêşanderan bi cih bihên, û ji bo hevwelatiyên Îraqê jiyaneke baştir bê afirandin.
Parastina qurbaniyên destê terorê û yên ku ji destê DIŞIê hatine rizgar kirin, bi tyabetî Êzidî û Kirîstiyan, mijarek din ya peywendiya telefoniya navbera Serowkezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê bû.
Krg
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin