Erdogan banga boykotkirina berhemên Amerîkî dike

aloziyên navbera wan her diçe kûrtir dibin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro got ku ewê li hember êrîşa ekonomîk, berhemên Amerîkî boykot bikin.

Erdogan şîretan li karzasan kir û got ku li hember êrîşa ekonomîk divê Tirkîye hilberandina xwe zêdetir bike û rêya xwe bidomîne.

"Ger Iphona wan hebe, li hember wê Samsung heye, Vestel heye. Bila bizanin ku em çi dikin. Dema ku me xwest firokên bi çek û bê mirov ji Amerika bikirin, gotin kongres destûr nade. Em bi saya cîranên xirab bûn xwedî mal. Niha em wan firokan çêdikin û difroşin."

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di preskonefransa bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re, li ser rewşa qeşe Andrew Brunson axifî.

Çavuşoglu got ku li ser dexwaza Qesra Sipî, Balyozê Tirkîye bi Şêwirmendê Ewlehîya Netewî ya Amerîka John Bolton re hevdîtinek pêk anîye.

"Niha li Amerîka jî tevlihevîyek heye. Hin derdor jibo çareserîyê di nav hewildanan de ne, lê berjewendîya hin alîyan ji vê tevlîhevîyê heye. Kes nizane kî çi dike. Ev rewş ne tenê jibo Tirkiye,lê bo hemî dewletan waniye."

Voa

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.