Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî beriya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê di presskonferansekê de diyar kir ku Îraq gelek girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê dide.
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî herwiha diyar kir ku ferman bi hêzên ewlekarî yên Îraqê kiriye daku sînorên navbera Tirkiye û Îraqê biparêzin û rê nedin ti hêzek ji aliyê sînorên Îraqê ve êrîşî ser Tirkiyeyê bike.
Ebadî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa vê yekê kiriye ku di serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de vê li gel rayedarên Tirkiyeyê behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Îraq û Tirkiyeyê, çawetiya hevpariya avê, û çend babetên din yên hevpar dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin