Li bajarê Reqayê gorek komî ya cenazeyên sivîlan û kuştiyên DIŞIê hate dîtin.
Li gor nûçeyeke anha tîma destwerdana destpêkê ya girêdayî komîteya jinûve avakirina Reqayê vê sibehê li qada Panorama ya dikeve başûrê bajêr li ser riya otostrad Heleb- Reqa, nêzî deriyê ketina bajarê Reqayê goreke komî ya cenazeyên sivîl û çeteyên DIŞIê dîtin û 9 cenaze rakirin kirin.
Rêveberên Komîteya Destwerdana Destpêkê texmîn dikin ku ji cenazeyê kesên biyanî jî hebûn.
Komîteyê xebatên derxistina cenazeyên didomîne û bi rêbazên rewa vedişêrin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin