Balyozê Amerîka li ser navokiyên Îranê Brîtanya hişyar dike

amerîka ji brîtanyayê re dibêje piştgîriya me bike
کوردستان TV
100%

Balyozê Amerîkayê yê li Londonê roja yekşemê agehdarî daye Brîtaniya ku di warê pêkhatina Navokî ya 2015an bi Îranê re li pişta Amerîka rawest.

Her çende hevpeymanên Ewrûpî serokê Amerîka Donald Trump hişyar kir bûn ku derbarê pêkhatina navokî ya li gel Îranê ti biryaran nede, lê Trump biryar da ku Amerîka ji pêkhatina 2015an ya li gel Îranê vekişe ku li gor pêkhatina 5+1 ya sala 2015an sizayên li ser Îranê bihên hilandin li hember Îran projeyê xwe yê Navokî bi sînor bike û ragire.

Ji wî çaxî heta niha Almanya, Fransa û Brîtanya pêgirî bi pêkhatina li gel Îranê kirîye, lê Amerîka xwe ji peymanê vekişand û biryara toleyên nû li ser Îranê hatîye dan, Îranê jî ev yerk weke tevgeryanek yekalî ya Amerîka nirxand.

Balyozê Amerîka li Brîtanya Woody Johnson rexne li rejîma Tehranê girtin û got"Ew çalakiyên pîs encam dide û li şûna wê şer meşandinê fînanse û destek dike bê ku goh bide pêşxistina aborîya welatê xwe", herwiha Balyoz got, Îranê pêwîstî bi hin guherînan heye heta ku bihê astê welatên normal.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.