Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê yekîtiya cîhanî ya zanayên misilman kir

behsa rewşa Îraqê û bûyerên piştî refrandumê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî û Serokê tevgerê Îslamiya Kurd û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Serok û endamên desteya îdarî ya vê tevgerê.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û bûyerên piştî referandumê hatin nirxandin û tekez li ser rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û retkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.

Her di vê civînê da her dû alî di derbarê hilbijartinên meha Îlonê de û pêwîstiya karkirin û danîna bernameyeke bi hêz ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyana welatiyan de nêrînên xwe li hev veguhastin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.