Belgefîlmek li ser rewşa jiyana kolberan li Urmiyê hate çêkirin

behsa dijwariya jiyana kolberan dike
کوردستان TV
100%

Belgefîmek derbarê rewşa jiyana kolberan li navçeya Mirgever a Urmiyê, hate berhemanîn û belavkirin.

Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a “Kurdpa”yê, Belgefîlmek bi navê “Kolber” bi zimanê Kurdî bi derhêneriya “Mecîd Rizayî” û “Mihemedsalih Şuca`i” li navçeya Mirgever a Urmiyê hate berhemanîn.

Ev belgefîlm, îsal buharê hatiye berhemanîn û balê dikşîne ser rewşa nebaş a aborî a xelkê vê navçeyê ku ji ber wê, gellek kes bi neçarî li sînorên Urmiyê kolberiyê dikin.

Derhênerên vê berhemê ji temaşevanên vê dixwazin di rewşên herî xirab ên jiyanê de jî, ji bo debara jiyanê, kolberiyê nekin.

“Ronahî Fîlm a Zêwe” ev belgefîlm belav kiriye. Kolber, ji kesên zehmetkêş re tê gotin ku ji bo debara jiyanê, li sînorên Kurdistana Îranê bi pişta xwe kelûpelên giran tînin û dibin.

Tevî ku karê wan pirr metirsîdar e jî, lê kolber ji bo dabînkirina pêwîstiyên jiyana xwe, û ji ber hejarî û destkurtiyê bi neçarî li navçeyên sînorî ên Kurdistanê, vî karî encam didin.

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.