Rûsye: Ev yek bi wateya ragehandina şere

Rûsye dibêje bersifa me jî heye
کوردستان TV
100%

Rûsya, îro hişyarî da Washingtonê ku ewê her gaveke dijî kiryarên bankayên wê, wek şerekî aborî bibîne û ew jî hember toleyên Amerîkî gavên tolhilder bavêje.

Li gor nûçeyeke Reutersê Serokwezîrê Rûsyeyê Medvedev li Moskowê diyar kiriye ku toleyên Amerîkî yên aborî û sîyasî bankayên Rûsî dikin amanc û ev yek jî bi wateya ragehandina şerê abûriye.

Medvedev got: Ez nikarim derheqa gavên Amerîkî yên siberojê bipeyîvim, lê ez dikarim bêjim ku ger kiryarên bankayên me werin armanc girtin, hinge emê wî tiştî wek ragihandina şerekî aborî bi nav bikin.

Medvedev da zanîn ku pêdivî ye ku ew hember şerê dijî wan bi awayên aborî, sîyasî û ger hewce be, rêkên din bersîvan bidin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.