Tê gotin ku vê îro ti cekdareke heşda şebî li deverê nemîne.
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê diyar kir ku ev sê roje çekdarên heşda şebî yên ser bi ketaêbî Elî, bi şevan dest bi vekêşanê ji Şingalê kirine.
Peyamnêrê Kurdistantvê eşkere kir ku li gor zaniyariyên berdest, ev sê şeve çekdarên heşda şebî dest bi vekêşanê ji Şingalê kirine û di şûna wan de polîsên fedralî tên bicîhkirin û niha çekdarên heşda şebî tenê li leşkergehek li Başûrê Şingalê mane û biryare îro ev leşkergeha han jî were valakirin.
Peyamnêrê Kurdistantvê herwiha diyar kir ku xelkê Şingalê jî bi vê yekê kêfxweşin û li gor lihev kirineke hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê vê rêya navbera Şingal û Sihêla jî were vekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin