Her du bira xelkê Pawe ne.
Du welatiyên Kurd yên xelk bajarê Pawe, ji aliyê hêzên îdarey îtilaata vî bajarî ve hatine destbiserkirin û ji bo girtîgeha bajarê Sine hatine veguhastin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, çend rojan berî niha, du welatiyên Kurd yên bi navên “Seywan û Kamyar Kemanger” kurê “Silêman” ji aliyê hêzên îdarera îtilaata bajarê Pawe hatine binçavkirin.
Ev du bira piştî binçavkirinê ji bo îdareya îtilaata bajarê Sine veguhastin, û heyanî niha di girtîgehê de li jêr lêpirsînê de ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin