Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Komara Çek kirin.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Komara Çek li Hewlêrê Michael Swoboda û şandeke pê re kir.
Di civînê de Konsulusê Komara Çek armanca serdana xwe bo cem Serok Barzanî diyar kir û got: Armanc ji vê serdana han xwe nasandine bi rayedarên Kurdistanê, Michael Swoboda herwiha kêfxweşiya xwe jî li hember dostatiya navbera her dû gelê Çek û Kurdistanê diyar kirû got: Ew dema ku li virim hest dikim li nav xizm û kesên xwe me.
Swoboda di berdewamiya axaftinênê xwe de tekez li ser wê yekê kir hemû hewlên xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Kurdistanê dide û karên cîdî jî dikin ji bo pêşxistina karên hevbeş di warên xwendina bilind, perwerde, çandin, pîşesazî, bazirganiyê û herwiha hevkarî kirina penaberan.
Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî bixêrhatina Konsulu Giştî yê nû yê Komara Çek kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û spasî gel û Hikûmeta Komara Çek kir ku palpiştê gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bûne û daxwaz jî kir dostayetiya gelê Kurdistanê û gelê Komara Çek kûrtir bê û hemahengî û hevkariya her dû aliyan jî di hemû waran da bê zêdetir kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin