Peyama Serok Barzanî peyamek pêşkêşî Mihemed Hecî Mehmûd kir

behsa rola partiya wan dike
سەرۆك بارزانی: حزبی سۆسیالیست ژمارەیەکی زۆر شەهیدی پێشکەش بە خاک و گەلی کوردستان کردووە
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta 42 saliya damezrandina partiya vî ev peyam pêşkêş kir.

Îro Serok Barzanî bi minasebeta 42 saliya damezrandina partiya sosiyalîst demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Sekreterê giştî yê vê partiya Mihemed Hecî Mehmûd kir ku ev jî tekesta vê ye;

Birayê minê birêz Kek Mihemedê Hacî Mehmud

Birêz Mekteba Siyasî ya Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê

Ji bo 42. salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer germtirîn‌ û xweşiktirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim, li rêya we yê birêz ve jî silav û pîrozbahiya xwe ji bo hemû endam û alîgirên partiya we ya têkoşer re dişînim.

Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê li roja damezrandina xwe û heta îro rolekî girîng û karîger li xebata rizgarîxwaza gelê me da dîtiye û beşekî girîngê tevgera Kurdayetiye û bi wê navê da hejmarekî zêde şehîd pêşkêşî ax û gelê Kurdistanê kiriye. Rola we ya camêrane û azayaneya birêz Sekreterê Partî û Serkirdayetî û Pêşmergeyên Sosyalîst li şerê têkşikandina efsaneya Da'îş da, wêneyekî rûn ya dilsozî û niştimanperweriya we ye û tu demekî nayê ji bîr kirin.

Salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer pîroz bê û hêvîdarim karwana xebata we ya paşarojê, mil bi milê hemû hêzên rizgarîxwazên gelê Kurdistanê de berdewam bê û serkeftî bin.

Li gel rêzên min

Mesûd Barzanî

08.08.2018

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.