Trump: Toleyên dijî Îranê dê hîn girantir bibin

amerîka dibêje vê gemaro dijwartir bibin
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump piştî ragihandina toleyên bi du qonax yên dijî Îranê, ji Twitterê derbarê toleyan nivîsî.

Trump da zanîn ku kesên ku bi Îranê re kar bikin dê nikaribin bi Amerîka re bikin.

Trump nivîsî: Toleyên dijî Îranê bi awayekî fermî destpê kir. Ew toleyên herî tund in û di meha mijdarê de dê hîn girantir bibin. Ez xêncî aştîya cîhanê tiştekî naxwazim.

Toleyên nû yên dijî Îranê, piştî Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîya hat ragihandin.

Peymana navokî ya bi Îranê di sala 2015’an de, di dewra Serokê berê yê Amerîka Barack Obama de hatibû îmza kirin.

Li gor peymanê, dê toleyên dijî Îranê sivik bûbûna û Îranê jî dê kirên xwe yên navokî sînordar bikira.

Trump dîyar dike ku zextên aborî yên li ser Îranê, wê bo îmzakirina peymaneke nû zorê bide Tehranê.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.