Birêveberatiya polîsê Silêmanî diyar kir ku di encama operasiyonên hêzên polîs li Silêmanî di nava du rojan de 9 tawanbar ku ji aliyê dadgehê ve hatibûn daxwazkirin hatine girtin.
Di beşeke din ya daxuyaniya birêveberatiya polîsê Silêmanî de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev 9 daxwaz kirî di demên cuda cuda de tawanên curbicur kirine û li dadgehê doz li hember van hatiye vekirin û lewre dadgehê jî biryara girtina wan der kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin