Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin di dema diyar kirî de tên kirin

dibêje hilbijartin nayên paşxistin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê piştî civîna civata wezîran besifa pirsan da.

Îro bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civata wezîran bo giftûgo kirin li ser kiwalitiya dermanan civînek lidar xist û piştî civînê jî Serokwezîrê Kurdistanê di persskonferansekê de behsa hin mijarên girîng kir.

Derbarê gote gotten paş xistina hilbijartinên 30 Îlonê de Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bi rêkûpêkî û di dema diyar kirî de tên kirin.

Derbarê gotinên ku Amerîka daxwaz kiriye hilbijartin werin paşxistin Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku nunerê Serokê Amerîkayê di civîn û hevdîtinên xwe de bi ti awayî behsa paşde xistina  hilbijartinan nekiriye û hilbijartin di dema xwe de tên kirin.

Barzanî herwiha diyar kir ku heta niha ti aliyeke siyasî bi fermî daxwaz ji hikûmetê nekiriye daku hilbijartinan paş bixe û helwesta PDKê jî ewe ku di hilbijartin di dema xwe de werin kirin.

Derbarê komkujiya êzidiyan de jî Srerokwezîr diyar kir ku karên me li ser vê yekê didomin û di vê çarçoveyê de jî komîteyeke civata ewlekariya NY serdana Îraqê kiriye vê serdana Kurdistanê jî bike.

Derbarê gemaroyên ser Îranê de jî Barzanî diyar kir ku Kurdistan di çarçoveya pêngavên Bexdayê de li hember wan gemaroyan tev digere.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku vê di demeke nêz de serdana Tirkiyeyê jî bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.