Serok Barzanî di gotarekê de behsa çend mijarên girîng kir.
Îro bi amadebûna Serok Barzanî kongreya 8an ya Yekîtiya ciwanên demokratîk ya Kurdistanê hate lidarxistin û Serok Barzanî jî di destpêka kongreyê de gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de pîrozbayî li kongreya Yekîtiya ciwanên demokratîk kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û ragihand ku beşeke zêde ji Serkirdeyên bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê derçûyên vê Yekîtiyê ne ku ev jî cêyê şanaziyê ye.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku piştî ew hemû qurbanî dan û şehîdên gelê Kurdistanê, em li Îraqekê de dijîn ku hîn jî mafê welatîbûn ji kes re reva nayê dîtin niha çawe rêz ji mafên gelê Kurdistanê bigirin.
Serok Barzanî diyar kir ku bi agir û asin gelê Kurdistanê nayê tunekirin û kes nikare nasnameya gelê Kurdistanê reş bike bi hinceta referandumê êrêşî ser Kurdistanê kirin û xwestên enfalê dûbare bikin lêbelê pêşmerge berevanî kir û nehêla Kurdistanê bikeve bin destê ewan.
Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa bûyerên Kerkûkê kir û got: Eger ev xiyaneta han nebaya niha rewşa han nedibû, zilmeke mezin li Kurd kirin gelek ji wan jî ji vê yekê poşmanin.
Serok Barzanî anî ziman ku lazime Îraq ji vê yekê tê bigehêje ku kêşeyên gelê Kurdistanê tenê bi xweşî, aştî û jihev fêm kirinê tên çareserkirin, kêşeyên heyî bi êrîş kirin û xwîn rijandinê nayên çareserkirin. Di sala 2016an de me careke din ji Bexdayê re got lazime Îraqa federal bi awayek be ku pêbendî destûra xwe be û em jî hevbeşên rastîn û piratîkî bin û tevahiya me bo amade kirina vê destûr mandî bûn elbet ev destûra han jî ne bêkemasiye, ramê vê jî lazime em pêbendê vê destûrê bin eger na werin bila bibin du cîranên baş bo hev.
Derbarê ragihandina dewleta Kurdistanê de jî Serok Barzanî diyar kir ku ev xebat ji serdemê Kaweya Asinkar dest pê kiriye û niha jî didome û nizamin belkî di demê me de anjî di demê we de anjî di demê neviyên we de vê Kurd her bigehêje ew armanca xwe.
Derbarê paşde xistina hilbijartinên 30 Îlonê de jî Serok Barzanî diyar kir ku hinek kes dibêjin ku nunerê Serokê Amerîkayê hatiye cem me û daxwaza paşde xistina hilbijartinan kiriye, ev yek ne raste û tişteke wisa tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin