Sûriye komîteyeke taybet bi penaberan ava dike

hewl bo vegerandina penaberên sûrî tê dayîn
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya rejîma Sûriyeyê, rejîm biryar daye ku bo vegerandina wan penaberên sûrî yên ku di encama şerê 7 salî ya navxweyiya Sûriyeyê de penaberî welatên din bûne, komîteyek ava dike.

Armanca hikûmeta Sûriyeyê ji damezrandina vê komîteya han vegerandina xelkê sûriyeyê ye ku jiber şer û pevçûnan aware bûye.

Tê gotin ku hêdî hêdî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê piştî operasiyona Îdlibê vê bi dawî were û serdemeke nû li sûriyeyê destpê bike.

Li gor amaran zêdetir ji 5 miliyon welatiyên Sûriyeyê aware bûne û têpayîn piştî damezrandina komîteya han beşeke zêde ji wan awareyan vegerin sûriyeyê.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.