Fermandarîya giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê, di daxûyaniyek fermî de ragihadn ku ew amade ne terorîstên DIŞIê yên di dest wan de ne, bi wan sivîlan biguherînin yên hatine revandin.
Li gor nûçeya voa terorîstên DIŞIê 25î Tîrmeha derbazbûyî êrîşî bajarê Suweyda yê Sûrî kir bûn û welatiyên sivîl yên ji tayfeya Dirûz armanc girt bûn, hewildan hebûn ku hin berpirsên DIŞIê yên di destê rejîmê de li gel kesên sivîl yên revandî bihên guhertin, lê hewlidanan heta niha ser negirtîye.
Hêzên Sûriya Demokrat HSD'e, ku kontrola herêmên berfireh li Rojhilat û Bakurê Rojhilatê Sûriyê dikin û piraniya wan ji şervanên Kurd yên YPG'ê pêk tên amadekarîya xwe bo serbest berdana sivîlan da diyar kirin, beşekî daxûyaniya HSD'ê wehaye" Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk jiber ku baweriya bi bêcûdahîya hemû gelê Sûriyê heye, em bo xelkê xwe yê li Suweydayê û malbatên kesên hatine revandin diyar dikin ku, em amade ne girtiyên DIŞIê yên di dest me de ne, bi sivîlên Suweydayê yên ji aliyê DIŞIê ve hatin revandina veguhêzin, da ku kesên revandî li malbatên xwe vegerin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin