Sedir 70 mercên dijwar diyar kiriye.
Berpirsê nivîsgeha karûbarên siyasî yên Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku hevdem Serokê lîsteya Saêrûn ya Îraqê ye ku di hilbijartinên parlementoya Îraqê de piraniya dengan bidest xistibû, diyar kiriye ku Sedir bo awa kirina kabîneya nû û kesê ku dibe Serokwezîr 70 merc destnîşan kiriye.
Serokê nivîsgeha karûbarên siyasî yên Muqteda Sedir, Ziya Esedî herwiha eşkere kir ku ev kesên heta niha navên wan bo postê Serokwezîriya Îraqê hatine eşkere kirin, nikarin mercên ku ji aliyê Sedir ve hatine destnîşankirin, cîhbicîh bike.
Esedî herwiha eşkere kir ku ev mercên ku ji aliyê Sedir ve hatine destnîşankirin tevahiya aliyên siyasî yên nêzî Sedir jî dilgiran kiriye.
Eger li gor wan mercên Sedir be û Sedir dev ji wan mercan ber nede, vê demê prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê vê biherefe û aloziyên Îraqê zêdetir bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin