Kovara Amerîkî: "Erdogan dixwaze Kurdan îmha bike

nivîsandiye ku dixwaze Kurdan îmha bike
کوردستان TV
100%

Kovara Newsweek a Amerîkî di gotarekê de ragihand: “Erdogan dixwaze Kurdan îmha bike û deshilata Osmanî zindî bike."

Di Kovara Newsweek a Amerîkî de li ser siyaseta derve ya Tirkiye ya salên dawî, di 31ê Tîrmehê de bi îmzeya Jonathan Watchel û Albert Watchelhat nivîsek hat weşandin. Di nivîse de hat diyarkirin: “Erdogan dixwaze Kurdan îmha bike û deshilata Osmanî zindî bike."

Di nivîsê de hatiye îfadekirin ku Tirkiye, di heyama rêveberiya Recep Tayyip Erdogan de li ser siyaseta derve helwesteke êrîşkar bijartiye. Di siyaseta navxweyî de Kurd têne emilandin, tevî pêvajoya çareseriyê li sala 2013an, van heyamên dawî ‘Li hember Kurdan siyaseteke êrîşkar tê meşandin."

Herwiha tê îdîakirin, ku ‘Tirkiye ber bi rejîma terorî ve dadigere’ û bal dikişîne ser vê  nuqteyê ku ’Tirkiye demekê welatekî demokratîk û mutedil bû’.  

Ji bilî van nêrînan, wek bangewaziyekê wiha tê gotin: Erdogan wek ‘serokê sunîyan' tevdigere û li Rojhilata Navîn dibe sedemê aloziyê. Herwiha peywendiyên Tirkiyê bi Amerîka û Rûsyayê re heye û siyaseta derve ya Erdogan dualîbûnê di nav xwe de dihewîne û derveyê aqil e.  

Tirkiye, ji bo seranserê cîhanê xeter e, ‘dewleta herî bi hêz li cîhanê Amerîka, li ser vê mijarê dikare alikariyên pir girîng bike.

Dinyaya azad li hember Erdogan çiqas zû tevbigere, dinyaya me dê ewqas ewle be. Divê Tirkiye bê veguherandin.

PeyamaKurd

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.