Serokê Venezuellayê rastî êrîşê hat

êrîş bi balefirê bê pîlot pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Li gor ajansên nûçeyan, îro yekşem, Serokê Venezuellayê Nicolas Maduro rastî êrîşek hatiye lêbelê tiştek lê nehatiye.

Ajansên nûçeyan belav kirin ku dema Nicolas Maduro di merasimeke leşkerî de gotar pêşkêş kiriye, bi balefirên bêpîlot êrîşî ser vê hatiye kirin û teqînek çê bûye.

Di encama teqîna han de Maduro bi selametî xelas bûye lêbelê 7 leşker birîndar bûne.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.