Du welatiyên Kurd li bajarê Şinoyê hatine binçavkirin

çarenivîsa wan nediyare
کوردستان TV
100%

Du welatiyên Kurd yên xelkên bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaranê ve hatine binçavkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemî 13`ê Gelawêja 1397`an, welatiyê Kurd yê bi navê “Yûsif Ehmedî” kurê “Ezîz” xelkê gundê “Taçînavê” a bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtilaata Spaha Pasdaran ve hatiye binçavkirin, û ji bo cihekî nediyar veguhastine.

Li gorî çavkaniya agehdar di vê derheqê de, ji çarenivîs û sedema binçavkirina vî welatiyê Kurd tu zanyariyek ber dest nînin.

Her di vê pêwendiyê de, paşnîvroya roja Şemiyê 13`ê Gelawêjê hevwelatiyekî din yê Kurd yê bi navê “Kurûş Ezîzî” kurê “Mihemdemîn”, xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatiye binçavkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.