Îtlaata Îranê 3 ciwanên din yên Kurd wenda kir

zextên rejîmê li ser Kurdan zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji bajarê Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, beriya du rojan hêzên îtlaata Îranê li bajarê Merîwanê de  3 ciwanên din yên Kurd binçav kirine û birine cêyeke nediyar û heta niha kes nizane çê bi ser wan hatiye.

Jêderên taybetî diyar kirin ku îtlaata Îranê ev her sê ciwanên han bi hinceta hevkarî kirina partiyên Kurdî binçav kirine.

Jêderên taybetî behsa vê yekê dikin ku yek ji wan ciwanan di nava bazarê de ji aliyê îtlaatê ve hatiye revandin û duyên din jî di nava malên xwe de hatine binçavkirin.

Navê wan her sê ciwanên Kurd yên ku hatine girtin ewe; Ekber Semedî, Osman Delawêz û Mihemed Keremî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.