Îro 3ê Tebaxê roja komkujiya êzidiyane

4 sal biser komkujiya mezin de derbas dibe
کوردستان TV
100%

Îro 3ê Tebaxê ye çar sal bi ser komkujiyê de derbas dibe.

Weke tê zanîn di roja 3ê Tebaxa 2014an de terorîstên DIŞIê yên ku bi navê ola îslamê dest bi wêran kirina deverê û kuştina xelkê kiribûn, êrîşî ser devera Şingalê û pêkhateyeke mezin û resen ya gelê Kurdistanê kirin.

Di encama  êrîşa han de bi hezaran kurdên êzidî hatin şehîdkirin, hezaran êzidiyên din jî hatin revandin û hezaranên din jî darê zorê hatin çekdarkirin.

Her di heman êrîşê de çendîn cêyên olî û pîroz yên êzidiyan hatin wêrankirin.

Beşek ji gorên bi komî yên ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn cêkirin û têde Kurdên êzidî  hatibûn zîndîçalkirin hatine dîtin lêbelê beşeke zêde ji wan goran hîn jî nehatine dîtin û beşeke din ji wan jî hîna nehatine heldan.

Çar sal bi ser komkujiya han de derbas dibe û hîn jî temamiya êzidiyan venegeriyane ser warên xwe, beşek ji wan penaberê welatên cîhanî bûn û beşeke din jî li cêyên din yên Kurdistanê di nava kempan de dijîn.

Hikûmeta Îraqê jî heta niha ti hevkarî û alîkariyek pêşkêşî êzidiyan nekiriye û devera wan jî nehatiye avedankirin.

Her çend hikûmeta Kurdistanê jî hewl daye hevkariyeke baş pêşkêşî wan bike lêbelê jiber hên kêşe û arîşeyên heyî yên li berdem hikûmeta Kurdistanê de, hikûmeta Kurdistanê jî bi tenê nikariye birîna Şingalê derman bike, civaka cîhanî û hikûmeta Îraqê jî li hember şingaliyan heta niha ti gaveke însanî neavêtine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.