Civata ewlekariya Kurdistanê mokir hatina terorîstan weşand

civata ewlekariyê bi dêmen jî ev yek weşand
کوردستان TV
100%

Îro civata ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde li xwe mokir hatine tîmeke terorîstî ya ser bi DIŞIê hatiye kirin.

Di daxuyaniya han de behsa têkiliyên ew sê terorîstên ku êrîşî ser parêzgarê Hewlêrê kiribûn li gel kesek ku wan handaye bibin endamê DIŞIê û navê xwe mele Îsmaîl Soseyî hatiye kirin.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku tîma amadekar bo êrîş kirine ser parêzgarê Hewlêrê ji 5 kesan pêk hatiye ku ewin, Ebdulrehman Rehîm, Qadir, Bilal Silêman Ebdulrehman, Rehêl Mihemed Rostem (bernas bi elî)Mihemed Cebar û Mihemed Şêrzad.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku tevahiya wan terorîstan di encama lêkolînên hûr de hatine girtin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku handerê pêşîn anjî pêşengê wan terorîstan kesêke bi navê Îsmaîl Nicmedîn Îsmaîl ku bi mele îsmaîl Soseyî tê nasîn û di sala 2014an de beyet bi DIŞIê daye û ji sala 2014 ve heta dema ku hatiye binçav kirin ji bilî handana ciwanan bo ku biçin bo nav DIŞIê, hevdem sîxorî jî bo DIŞIê kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.