Li Barzanê merasimeke girseyî hate organîze kirin

gelek nunerên welatên cîhanî têde beşdar bûn
کوردستان TV
100%

Enfalkirî hatin bi bîranîn.

Îro li goristana enfalkiriyan ya li devera Barzanê, merasimeke girseyî bi beşdariya Serok Barzanî, nuner û konsulusên welatên cîhanî yên li Kurdistanê, nunerê part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha kesûkarên şehîd û enfalkiriyan, bo bîranîna 35 mîn salvegera prosesa reş ya enfalê hate organîzekirin.

Merasime bi xwendina çend ayetên qorana pîroz destpê kir û pişt re jî sirûda nîştimanî ya Ey reqîb hate xwendin û pişt re jî aliyên beşdar deste golên xwe bo rêzgirtinê li ser goristana enfalkiriyan danîn.

Piştî danîna deste Golan nunerên aliyên beşdar peyamên xwe di derbarê prosesa enfalê de pêşkêşkirin û 8 hezar enfalkirî bi bîr anîn û serê xwe li hember wan tewandin.

Weketê zanîn beriya 35 salan rejîma hilweşiyayî ya besê li dijî Kurdan dest bi prosesa enfalê kiribû û di encama vê prosesa han de 8 hezar Kurdên Barzanî di merheleya yekem û dudiyan ya vê prosesê de di çolên başûrê Îraqê  de hatine enfalkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.