Hozanvaneka navdar ya Emazixiye.
Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya helbestvan û hozanvana navdar ya Emazixî Melike Mazin kir.
Melike Mazin ku weke dosteka Kurd jî tê nasîn di gelek gotar û nivîsên xwe de berevanî ji mafên gelê Kurdistanê bi taybetî mafê dewletbûnê kiriye.
Di civînê de Xatû Mazin kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina xwe ya li gel Serok Barzanî diyar kir û got: Bo min şerefeke gelek mezine ku li gel serkirdeyeke gelek mezin ya xebata rizgarîxwaz a gelan û Serokek ku ji bo mirovatî Fermandartiya şerê dijî DIŞIê kiriye hevdîtinê pêk bînim.
Nav hatî rêzdariya xwe jî ya li hember rol û qehremaniya hêzên pêşmerge û berxwedana gelê Kurdistanê diyar kir û weke mînakeke zindî ya azadîxwazî û mirovdostî bilêv kir.
Di beşeke din ya vê civîna han de Serok Barzanî jî rêzdariya xwe ya li hember helwestên însanî û jêhatiyane û dostane yên xatû Mazin diyar kir û jiber nivîsên ku di nava wan de berevanî ji gelê Kurdistanê kiriye spasiya vê kir.
.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin