Mekteba Mesrûr Barzanî nûçeyeke çapemeniya Lahûr Talebanî red kir.
Piştî ku çapemeniya ser bi Lahûr Talebanî di nûçeyake xwe de behsa vê yekê kiriye ku qaşo rafîneyên Dihukê jiber ku yên Mesrûr Barzanî ne nayên daxistin, îro mekteba Şiwêrimendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ev nûçeya han direwand.
Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku xelkê Dihukê û raya giştî ya Kurdistanê dizanin ku Mesrûr Barzanî faktereke serekî ya cespandina serweriya qanûnê ye û hertim li dijî karên derqanûnî rawestiyaye.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ne li Dihukê belku li ti cêyeke din Mesrûr Barzanî kareke derkqanûnî nekiriye û nake û têştin ku hatine gotin berhemên hizra Lahûrin ku ev bo xwe di warê diro kirin û sextekariyê de navdare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin