Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê li Tirkiyê (RTUK) ceza li Zarok TV û bernameya wê birî ji ber ku di nav du stranan de peyva Kurdistanê derbas dibe.
Stranên ku hatine destnîşankirin "Gula min Cizra Botan e" û "Kurdistan Pir Şêrîne" ne.
RTUK jibo hiceta cezayê dibêje "Rêxistinên terorê jibo qeyîmkirina hêz û îdyolojiya xwe gelek caran ji bilî çekan weşanên televizyonan jî dikin armanca propagandayên xwe. Komara Tirkiyê peyva Kurdistanê qebûl nake û hatiye dîtin ku di van stranan de pesna Kurdistanê didin. Ku weke navê herêmek tê bikaranîn."
RTUK di dewamiyê de îdia dike naveroka bernamê xizmet û propagandaya rêxistina terorê dike û zarokan jî weke amûr bikar tînin. Jiber binpêkirina vê qaydeyê cezayê 5 caran rawestandina bernameyan û yê pere li Zarok TV hatiye birîn."
Xwediyê televizyona Zarok TV Behçet Sevim ji Dengê Amerîka re axivî û dibêje "Serokkomarê Tirkiyê jî gelek caran peyva Kurdistanê bikar aniye. Niyetek xerab di pişt vê cezayê de heye."
Ew dibêje Zarok TV jibo Kurdan ferze û valahiyek mezin dagirtiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin