Li gor nûçeyeke ajansa Reutersê şandeke meclisa demokratîk ya Sûriyeyê bi mebesta giftûgo kirinê ser dana Şamê(Dîmeşq) paytexta Sûriyeyê kiriye.
Ajansa Reutersê belav kiriye ku ev cara yekeme ku şandeke MSDê bi fermî biçe Şamê û li gel rejîma Sûriyeyê bi fermî dest bi danûstandinan bike.
Tê gotin ku mijara serekî ya wan danûstandinan vê babetên ewlekarî û siyasî bin û behsa rewşa Bakûrê Sûriyeyê yaku di bin kontrola hêzên Kurdî deye were kirin.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku ev şanda han li ser daxwaza rejîma Sûriyeyê serdana şamê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin