Mesrûr Barzanî: Lazime hikûmeta Îraqê li ser esasê hevparî û hevsengiya rastîn were ava kirin

tekez li ser domandina şerê dijî DIŞIê kirin
مەسرور بارزانی و جێگری راوێژکاری ئەنجوومەنی ئاسایشی نیشتمانی ئه‌مه‌ریكا كۆبوونه‌وه‌
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî li Amerîkayê li gel hin rayedaran civiya.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, li gel Cîgira Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Amerîkayê Mira Rikadil li koşka spî civiya.

Mesrûr Barzanî û Mira Rikadil behsa şerê dijî DIŞIê û bidawî anîna şerê han û berdewamiya hevbeşî ya di navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî bi Serokatiya Amerîkayê kirin.

Derbarê pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistanê di hikûmetek de beşdar dibe ku li ser esasê yekrêzî, hevsenî û hevpariya rastîn hatibe damezrandin û ev pîwanên han têde parastî bin û ew yek jî daxwaza gelê Kurdistanê ye ku bingeha xwe ji destûrê digire.

Di beşeke din ya civîna han de her du alî behsa piştgîrî û alîkariyên berdewam yên Kurdistanê yên bo penaberan bi giştî û bi taybetî jî penaberên mesîhî û êzidî kirin ku niha jiber nebaşiya rewşa deverê li Kurdistanê de bicîhbûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.