Di çarçoveya pêngavên hikûmeta Kurdistanê de yên bo wenêrîn kirin bo projeyên ku nehatine bidawî kirin, dohê bi şev li bajarê Hewlêrê 5 karsaz hatin binçavkirin.
Di vê derbarê de birêveberatiya hêlbirîna Hewlêrê diyar kir ku bi fermana dadgehê ev 5 karsaz ji ber ku di dema xwe de nikarîne projeyên xwe temam bikin hatine girtin û 3 karsazên din jî yên ku biryara girtina wan hatiye derkirin, reviyane.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku sedema binçav kirina wan karsazan ewe ku di salên derbasbûyî de rêkeftin li gel welatiyan îmze kirine lêbelê nikarîne di dema ku di rêkeftinê de hatiye diyarkirin, projeyên welatiyan cîhbicîh bikin lewre welatî li dadgehê doz vekirine û dadgeh jî biryara girtina wan der kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin