Li heşt gund û gundikên navçeya Qulpê ya Amedê biryara qedexeya derketina derve hatiye standin. Ne diyar e ku bê wê kengî qedexe bi dawî bibe û wê li herêmê operasyon çêbibe.
Walîtiya Amedê ji bo heşt gund û gundikên navçeya Qulpê biryara qedexeya derketina derve ragihandiye.
Walîtiyê hinceta biryarê bi gotinên “Ji bo ewlehiya mal û milk û canê gel û ji bo zerar negihêje welatiyên sivîl” aşkere kiriye û diyar kiriye ku biryar li gorî Qanûna Rêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê hatiye standin.
Lê di biryarê de nehatiye aşkerekirin ku bê wê kengî biqede.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin