Piştî ku îro li bajarê Sweyda ya li başûrê Sûriyeyê çend teqînên xwekujî qewmîn, çapemeniya Sûriyeyê belav kir ku di encama wan êrîşan de herî kêm 38 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Piştî daxuyaniya Sûriyeyê ya derbarê hijmara kuştiyan de, terorîstên DIŞIê jî daxuyaniyek weşandin û tê de diyar kirin ku êrîşên ku li Sweydayê pêk hatine karê wane.
Ji aliyeke din ve hin jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku li hijmarek gundên derdorê Sweydayê jî teqîn pêk hatine lêbelê heta niha hijmara kuştî û birîndaran nehatiye zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin