Îro parêzgarê dagîrker yê Kerkûkê Rakan Seîd biryar dabû daku tevahiya Efserên Kurd yên di nava polîsê Kerkûkê de werin derkirin û di şûna wan de kesên Ereb û Tirkiman werin bicîhkirin.
Lê piştî demeke kêm ji derkirina biryara han, wezareta navxwe û Serokwezîrê Îraqê daxuyaniyek belav kirin û ragehandin ku ev biryara han biryareke şaşe û ew li dijî vê biryarê ne û rê nadin ev biryara han were cîhbicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin