Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozên Franse û Almanyayê yên li Bexdayê Bruno Obert û Cyril Nann kir.
Di destpêka civînê de şanda mêwan behsa bûyerên vê dawî yên li Başûrê Îraqê kir û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime tevahiya aliyên Îraqî hewlên xwe yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bi tevger bikin û rola hikûmeta Kurdistanê jî roleke berçav û girînge bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di warê pêk anîna hikûmetê de.
Di berdewamiya civîna han de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û di vê derbarê de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amade bûna hikûmeta Kurdistanê bo destpê kirina diyalogeke cidî li gel Bexdayê û beşdarî kirina çalak ya Kurdistanê di prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de diyar kir.
Serokwezîr di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya Franse û Almanyayê kir ku bi berdewamî di warên însanî û leşkerî de di rojên dijwar de hevkariya Kurdistanê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin