Li Çadê 18 kes hatin kuştin û 10 kes revandin

xelk ji destê Boko Heram bêzar bûye
کوردستان TV
100%

 Hat ragihandin ku li welatê Çadê, li gundê Daboua nêzî Gola Çadê, rêxistina Boko Haram êrîş kiriye ser gund û 18 kesî kuştiye,10 kesî jî revandiye.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd  Ragihandin ji aliyê polîsê Çadê ve hat kirin ku Boko Haram êrîş kiriye ser gundê nêzî Gola Çadê. Piştî êrîşê 10 jin hatine revandin. Polîs weha got:

“Gewriya 18 kesan jêkirine, 2 kesan birîndar kirine û 10 jinan revandine.”

Çad û wezareta bergiriyê ya Nîjeryayê piştî êrîşa Boko Haramê bi hevre operasyon kirine derveyê sînor û 10 çekdarên Boko Haramê kuştin. Wezaret got ku 1 leşkerê Nîjerî hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Boko Harama ku ji aliyê Muhammed Yûsif de di sala 2002an de hat danîn, heya niha 20 hezar kesî kuştine û bûye sedema ku 2 mîlyon kes malên xwe terk bikin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.