Bi vê awayî kêşeya elektirîkê li Kurdistanê tê çareser kirin.
Di vê derbarê de îro li konferanseke taybet de li Silêmanî, birêveberatiya giştî îdareya elektirîkê ya parêzgeha Silêmanî diyar kir ku ev demeke bi mebesta çareser kirina kêşeya elektirîkê li Kurdistanê de dest bi hewldanên curbicur hatiye kirin.
Di çarçoveya wan hevldanan de biryar hatiye dayîn daku di şûna seatên pîwan kirina bikar anîna elektirîkê, pîwerên zîrek( seatên huşmend) werin danîn.
Di encama danîna wan pîweran de kesek nikare bi dilê xwe elektirîk mesref bike û ji hedê zêdetir elketirîkê bikar bîne.
Herwiha tê gotin ku di nava 12 meh heta 18 mehan li seraserê Kurdistanê de ev pîwerên han werin danîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin