Pêngava Bagera Cizîrê: 16 gund hatin rizgarkirin

HSDê amara çalakiyên xwe belav kir
کوردستان TV
100%

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê der barê pêngava Bagera Cizîrê, pêşketinên şervanên QSD û pêşveçûnên nû de daxuyaniyek da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê destkeftiyên dawîn ên Pêngava Bagera Cizîrê, pêşketinên şervanên QSD, destkeftiyên ku bi dest xistin û gund û herêmên ku hatine rizgarkirin de daxuyaniyek da.

Li gor nûçeyeke ajansa ANH , Hemleya Bagera Cizîrê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin, bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina herêmên rojhilatê gundewarên Dêrazorê û herêmên li ser sînor ji çeteyên DIŞI`ê didome.

Piştî ku bajarokê El-Deşîşa û El-Tomîn û bi dehan gund hatin rizgarkirin, niha jî şervanên QSD`ê ji 3 aliyan ve ber bi xeta başûrê sînor ve pêşve diçin da ku herêmên rojhilatê bajarokê El-Sûr û Mergeda ji çeteyan rizgar bikin. Di pêşketinên şervanên QSD`ê û di encama şerên bi çeteyên DIŞI`ê re, şervanên QSD`ê gelek nuqteyên ku  çeteyan xwe li wê derê bi cih dikirin, rûxandin.

Di nava hefteyekê de şer berdewam bû. Şervanên QSD`ê 16 gund ji çeteyan rizgar kirin. Gundên ku hatine rizgarkirin ev in:

Hamlît, Bab El-Xêr, El-Becarî, Ebûd El-Cedan, Hebat El-Nezal, Um Xebra, Umer, El-Welîd, Bîr El-Emran û hindek gund û mezrayên biçûk.

Gundê El-Rewda yek ji gundên herêmê ye. Çeteyên DIŞI`ê xwe li wê derê bi cih dikirin. Gelek mayin li wê derê çandin da ku pêşketinên şervanan asteng bikin. Di malên sivîlan de xwe bi cih dikirin. Şervanên QSD`ê bi israra wan li ser rizgarkrina gund ji çeteyan, hişt ku çete li hember derbeyên şervanan bikevin rewşeke tengav.

Piştî şerên dijwar û piştî ku hêzên taybet ên girêdayî QSD`ê tev li şer bûn, şervanên QSD`ê hemû çeteyên di gund de kuştin û gund bi temamî rizgar kir.

Di encama şerê ku li gund qewimî de gelek çek û cebilxane û alavên têkiliyê; ji wan çeka m16, bi dehan kalaşnikof, çekên RBG, çekeke BKC, her wiha bi dehan mayin û alavên têkiliyê û bi hezaran gule û cebilxane ketin destê şervanên QSD`ê.

Piştî ku şervanên QSD`ê gund rizgar kirin, şênî li malên xwe vegeriyan û pêşwazîkirina wan ji şervanan re xwesteka şervanan ku pêşve biçin, xurt kir.

Heta niha operasyonên şervanan ji bo parastina hemû herêmê ji êrîşên çeteyan didome. Çeteyên DIŞI`ê ji bo parastina baregehên xwe yên dawîn êrîşên bikeftî dike lê şervanên QSD`ê hemû êrîşên wan têk dibin û hewldanên çeteyan têk diçin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.