Li Bexdayê xwepêşandana herî mezin tê kirin

tê gotin mezintirîn xwepêşande dibe
کوردستان TV
100%

Biryare êwara roja înê li bajarê Bexdayê xwepêşandana herî mezin were lidarxistin.

Di vê derbarê de jêderên nûçeyan belav kirin ku biryare êwara roja înê li Bexdayê li dijî gendeliyê, nebûna xizmetgozariyan mezintirîn xwepêşandan were kirin.

Ji aliyeke din ve jî jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku netenê li Bexda û Besreyê belku li tevahiya parêzgehên başûrê Îraqê vê îro xwepêşandanên grseyî werin kirin.

Weke tê zanîn ew zêdetir ji 10 rojane li başûrê Îraqê xwepêşandan tên kirin û hikûmet jî li gel xwepêşanderan civiya bû lêbelê xwepêşander bawerî bi hikûmetê nakin û dohê jî Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz ji aliyê siyasî kiribû daku giftûgoyên siyasî rawestînên heta dema  ku daxwazên xwepêşanderan tên cîhibicîhkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.