Îspanya daxwaza radestkirina Puigdemont vekişand

Dadgeha Îspanî ji biryara xwe poşman bû
کوردستان TV
100%

Dadgeha Bilind ya Îspanya, daxwaza radeskirina şeş siyasetvanên Katalan, ku di nav wan de Serokê berê yê Rêvebiriya Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont jî heye, bi şûnde vekişand.

Li gor nûçeyeke voa Serdozger Pablo Llarena da zanîn ku piştî dadgeha Alman dîyar kir ku dikarin Puigdemont radest bikin, daxwaza radestkirinê vekişandine.

Llarena got ku wan biryara girtina şeş siyasetvanên Katalan li seranserê Ewrupê jî vekişandiye.

Puigdemont, piştî referanduma serxwebûnê ji Îspanya derketibû û derbazî Belçîka bûbû. Jiber biryara girtina li seranserê Ewrupa, Puigdemont di 25’ê Adarê de li Almanya hatibû desteser kirin.

Dadgeha Blind ya Eyaleta Schleswig - Holstein çend roj berê dabû zanîn ku Puigdemont jiber tawana ‘’serhildane’’ nikare were radest kirin, lê ew dikarin wî jiber tawana ‘’perexwarina dewletê’’ bidin Îspanya.

Dadgeha Îspanya, jiber ku Puigdemont li dû referanduma serxwebûnê ya Cotmeha 2017’an serxwebûn ragihandibû, dijî wî dest bi lêpirsînê kiribû. Puigdemont bi ‘’serhildan’’, ‘’piştgirîya bo serhildanê’’ û ‘’xwarina pereyên dewletê’’ hatibû tawanbar kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.