Serokê Amerîka Donald Trump, li ser bernedana qeşeya Amerîkî Andrew Brunson li ser Twitterê peyamek weşand û rexne li Tirkiyeyê kir.
Trump di peyama xwe de nivîsandiye ku, azad nekirina Andrew Brunson rû reşiye.
Li gor nûçeyeke voa Trump, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan etîket kir û diyar kir ku ‘’Erdogan, bo serbestbûna Brunson divê tiştekî bike’’
Trump da zanîn ku Brunson ji demeke dirêj ve ‘’dîlgirtî’’ ye, wî tiştekî şaş nekiriye û malbata wî li benda wî ye.
Brunson, di Cotmeha 2016’an de bi tawana ‘’endamtiya rêxistina ya Fetulah Gulen’’ hatibû girtin û dadgeha Tirk do Çarşemê biryar dabû ku girtîbûna wî bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin